Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çînê jiber Vîrusa Korona Du Bazarên Din Girtin


AFP’ê ragihand ku li Pekîn ya paytexta Çînê du bazar jiber vîrusa korona hatine girtin.

Karbidestên saxlemîyê yên Çînê ji AFP’re dîyar kirin ku li Pekînê piştî du mehan cara pêşî vîrusa korona hatiye tespît kirin û du kesên testên wan pozîtîf derketine çûne wan bazaran.

Jiber pêketinên nû, vekirina dibistanan jî bo du hefteyan hat paş xistin.

Li gor agahîyên Wezareta Saxlemî ya Çînê dane, li Pekînê heta niha 594 kes bi vîrusa korona ketine û ji wan 9 kesan jîyanên xwe ji dest dane.

XS
SM
MD
LG