Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çîn: Vîrusa Korona 170 Kes Kuştin


Hejmara kesên jiber vîrusa korona jîyana xwe ji dest dane bû 170.

Karbidestên saxlemîyê yên Çînê radigihînin ku vîrusa korona ketiye canê 7711 kesî û 81000 kes jî jiber gumana wê nexweşîyê di bin çavdêrîyê de ne.

Vîrusa korona li Wuhan ya eyaleta Hubei derketibû û ji wir li seranserê Çînê belav bûbû û derbazî dewletên din bûbû.

Rêvebirîya Nîvxweser ya Hong Kongê ya girêdayî Çînê jiber vîrusa korona çûyîn û hatina di navbera her du dewletan de sînordar kir.

Çîn bang li hemwelatîyên xwe dike ku ji welêt dernekevin.

Amarîka, Brîtanya û Almanya û jimareke dewletên din ji hemwelatîyên xwe dixwaze ku heta ne pêwîst be neçin Çînê.

XS
SM
MD
LG