Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çîn: Vîrusa Korona 563 Kes Kuştin


Komîsyona Saxlemîya Neteweyî ya Çînê ragihand ku 563 kesan jiber vîrusa korona jîyana xwe ji dest dane.

Li gor daneyên komîsyonê, heta niha di canê pirtirê 28000 kesan de vîrusa korona hatiye dîtin.

Karbidestên saxlemîyê li Wuhan ya Hubei hewil didin ku 20,000 kesên bi nexweşîya vîrusa korona ketine derman bikin.

Li Wuhanê di bebikeke nû hatî dinê de jî vîrusa korona hatiye dîtin ku berpirsên saxlemîyê dibêjin vîrus li ser dîya wê jî hebûye.

Vîrusa ku li Wuhan ya Çînê derket heta niha derbazî 27 welatên din bûye.

Li derveyî Çînê, yek li Hong Kongê yek jî li Fîlîpînê 2 kesan bi vîrusa korona jîyana xwe ji dest dane.

XS
SM
MD
LG