Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çîn: Hejmara Kesên jiber Vîrusa Korona Jîyana Xwe ji Dest Dane 1000 Derbaz Kir


Komîsyona Saxlemîya Neteweyî ya Çînê îro Sêşemê ragihand ku hejmara kesên jiber vîrusa korona jîyana xwe ji dest dane bûye 1016.

Karbidestên komîsyonê dîyar dikin do Duşemê li eyaleta Hubei 108 kesan jîyana xwe ji dest dane.

Vîrusa korona li seranserê Çînê ketiye canê 42638 kesan.

Ew vîrusa li Wuhan ya Hubei derketiye heta niha derbazî 24 dewletên din bûye.

Li derveyî Çînê, li Fîlîpînê 1 û li Hong Kongê 1, du kes bi vîrusa korona hatine kuştin.

Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) bo lêkolînên ser vîrusa korona tîmeke taybet şandiye Çînê.

XS
SM
MD
LG