Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çîn: Hejmara Nexweşên Vîrusa Korona ji 10,000 Kêmtir Bû


Komîsyona Saxlemîya Neteweyî ya Çînê ragihand ku hejmara nexweşên vîrusa korona yên li nexweşxaneyan daketîye bin 10,000’î.

Li temamê Çînê li ser 80,860 kes vîrusa korona hatibû tespît kirin.

Daneyên Komîsyona Saxlemîyê Neteweyî ya Çînê raber dikin ku ji wan 67749 kes ji nexweşîyê filitîne û ji nexweşxaneyê derketine, 3123 kes jîyana xwe ji dest dane.

Li gor daneyên komîsyonê, dermankirina 9898 kesan didome û ji wan rewişa 3032 kesan giran e.

Vîrusa korona di Berfanbara borî de li Wuhan ya Çînê derketibû û ji wir derbazî dewletên din bûbû.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG