Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çîn jiber Belavbûna Korona Careke Din Dibistanan Digire


Hikûmeta Çînê jiber pêketinên nû yên vîrusa korona dibistanên li Pekîn ya paytext careke din girtin.

Pêketina pêşî ya li Pekînê roja Pêncşemê hatibû tespît kirin û piştî wê li ser hev pêketinên nû hatibûn tomar kirin.

Berî pêketinên dawî li Pekînê bi qasî 50 roj ti pêketina vîrusa korona çênebûbû.

Dibistan û zanîngehên li Pekînê çend hefteyên berê hatibûn vekirin, lê vê hefteyê dîsa perwerdekirina onlayn destpê kir.

Karbidestên Çînê dîyar dikin ku kesên ji Pekînê derdikevin û diçin bajarên din divê testa vîrusa korona bikin

XS
SM
MD
LG