Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çîn: Hejmara Pêketîyên Nû yên Vîrusa Korona Kêm Dibe


Komîsyona Saxlemîya Neteweyî ya Çînê ragihand ku di 24 saetên dawî de bi tenê 10 pêketîyên nû yên vîrusa korona hatine tespît kirin.

Ew hejmar di 24 saetên berî ya dawî de 30 bû.

Di 24 saetên dawî de ti kes bi vîrusa korona jîyana xwe ji dest nedaye.

Li gor agahîyên fermî, li Çînê pirtir ji 80,000 kes bi vîrusa korona ketine û 4632 kes jiber wê mirine.

Ew vîrus di Berfanbara borî de li Wuhan ya Hubei derketibû û ji wir derbazî dewletên din bûbû.

XS
SM
MD
LG