Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çîn jiber Rexneyên Ser Korona Bertekan Nîşan Dide


Çînê ser rexneyên dijî wê yên derbarê vîrusa korona bertek nîşan da.

Wezareta Derve ya Çînê dîyar kir ku ‘’vîrus dikare her dem li her derê derkeve.’’

Di daxuyanîya wezaretê de hat gotin ku Çîn jî mîna dewletên din ‘’qurbanî’’ya vîrusa korona ye û ew ne tawanbar e.

Li gor daxuyanîya wezaretê, vîrusa korona ‘’dijminê hevpar ê mirovahîyê’’ ye û Çîn ji serdana komîsyonên serbixwe yên lêkolînê natirse.

Vîrusa korona di meha Berfanbarê de li Wuhan ya Hubei ya Çînê derketibû û ji wir derbazî dewletên din bûbû.

Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Çînê heta niha 4,637 kesan bi vîrusa korona jîyanên xwe ji dest dane.

XS
SM
MD
LG