Ajansa nûçeyan ya Reutersê îro Çarşemê dîyar kur ku Çîn dê hin yekîneyên xwe bo hîndarîyan bişîne Rûsya.
Reutersê da zanîn ku yekîneyîn Çînê dê bi leşkerên Rûsya, Hindistan, Belarûs û Tacikistina re hîndarîyên hevbeş li dar xin.
Wezareta Berevanî ya Çînê ser hîndarîyê da zanîn ku ti peywendîya wê bi rewişa herêmî û navneteweyî re tune.
Li gor daxuyanîya Wezareta Berevanî ya Çînê, ew hîndarî beşek ji peymaneke hevkarîyê ne.
Di salên dawî de Çîn beşdarî hîndarîyên bi pêşengîya Rûsya dibe.
Hêjayî bîrxistinê ye, Çîn ji serê vê mehê vir ve li dora Taywanî jî hîndarîyên leşkerî li dar dixe.