Berdevikê Wezareta Derve ya Çînê Zhao Lijian îro Sêşemê got ku Çîn naxwaze ku Taywan bi welatên cîhanê re danûstandinên aborî bike.
Lijian dîyar kir ku ewê nehêlin ku Taywan bi hêzên derve re bide û bistîne.
Lijian da zanîn ku Partîya Pêşveçûna Demokratîk (DPP) ya li desthilata Taywanê ye bi hêzên derve re peymanên veşartî îmza dike.
Wî dîyar kir ku girjîya li dora girava Taywanê jiber peymanên veşartî çêdibe
Lîtvanyayê vê hefteyê da zanîn ku ewê bi Taywanê re ser çêkirina çîpan danûstandineke 10 mîlyon euroyî bike.
Çaverê ye hin karbidestên Brîtanî jî vê hefteyê serdana Taywanê bikin.
Taywan dibêje ew welatekî serbixwe ye û di kiryarên xwe de serbest e, lê Çîn dide zanîn ku ew axa wê ye û di bin kontrola wê de ye.