Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çîn: Hejmara Kesên bi Vîrusa Korona Jîyana Xwe ji Dest Dane Bû 425


Li Çînê, hejmara kesên jiber vîrusa korona jîyana xwe ji dest dane bû 425.

Karbidestên Çînê radigihînin ku vîrusa korona heta niha ketiye canê 20,438 kesî.

Temamê mirinên dawî li Wuhan ya eyaleta Hubei hatin qeydkirin.

Sazîya Saxlemî ya Neteweyî dîyar dike ku rewşa 492 nexweşan giran e.

Vîrusa ku pêşî li Çînê derket, li 24 dewletan belav bûye.

Li Amerîka heta niha di canê 11 kesan de vîrusa korona hatiye dîtin.

XS
SM
MD
LG