Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çîn: Vîrusa Korona 908 Kes Kuştin


Komîsyona Saxlemîya Neteweyî ya Çînê ragihand ku hejmara kesên jiber vîrusa korona jîyana xwe ji desta dane bûye 908.

Do Yekşemê, di rojekê de 97 kesan jiber vîrusa korona jîyana xwe ji dest dan.

Li gor daneyên karbidestên Çînê vîrusa koronê ketiyê canê pirtirê 49000 kesan.

Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) dîyar kiribû ku ewê tîmeke pispor ya saxlemîyê bişînê Çînê.

Di tîma WHO’yê de ji Amerîka jî pisporên saxlemîyê hene.

Vîrusa korona ya li Wuhan ya Çînê derketibû heta niha derbazî 27 welatên din bûye.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG