Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çîn: Aplîkasyonên Cîhên bi Vîrusa Korona Raber Dikin Hatin Çêkirin


Hin aplîkasyonên nû yên Çînê cîhên kesên bi nexweşîya vîrusa korona ya bi navê Covid-19 ketine raber dikin û hişyarîyê didin.

Ew aplîkasyonên ku hejmara wan roj bi roj zêde dibe heta niha pirtir ji 200 bajarên Çînê ser nexweşîya vîrusa korona raber dike.

Di aplîkasyonan de tax, sûk û avahîyên kesên vîrusa korona di canê wan de heye tên nîşandan.

Aplîkasyoneke dewletê jî ji kesên xwe qeyd dikin re, di ser cîhê ew lê ne dîyar dike ku ew nêzî kesekî bi vîrus bûne yan na.

Jêderên herêmî didin zanîn ku aplîkasyonên ser vîrusa korona wek nexşeyan tên karanîn.

XS
SM
MD
LG