Doktorekî din yê Çînî jiber vîrusa korona ya bi navê Covid-19 jîyana xwe ji dest da.
Medya dewletê ya Çînê ragihand ku Covid-19, Serdoktorê Nexweşxaneya Wuchang Liu Ziming jî kuştiye.
Nexweşxaneya Wuchang ya li Wuhanê bo dermankirina Covid-19 xizmetê dide.
Tevî mirina serdoktorê Nexweşxaneya Wuchangê, hejmara doktor û hemşîreyên jiber vîrusa korona jîyana xwe ji dest dane bû 7.
Covid-19 li Çînê heta niha ketiye canê 72436 kesan û 1868 kes kuştine.
Ew vîrus xêncî Çînê, li 26 welatên din hatiye dîtin û li wan deran 5 kesan jiber wê jîyana xwe ji dest dane.