Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çîn: Vîrusa Korona Pirtir ji 2000 Kes Kuştin


Mirinên jiber vîrusa korona ya bi navê Covid-19 didomin.

Komîsyona Ewlekarîya Neteweyî ya Çînê ragihand ku Covid-19 di 24 saetên dawî de 136 kes kuştine.

Li gor daneyên wê komîsyonê, heta niha 2004 kesan bi Covid-19 jîyana xwe ji dest dane.

Covid-19 li seranserê Çînê ketiye canê 74185 kesan û ji wan rewşa 11977 kesan giran e.

Ew vîrus li Wuhan ya Çînê derketibû û ji wir derbazî 26 dewletên din bûbû.

Li derveyî Çînê, heta niha 5 kesan jiber vîrusa korona jîyana xwe ji dest dane.

XS
SM
MD
LG