Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Cîgirê Serokê Çînê Liu He li Washingtonê Ye


Liu He

Cîgirê Serokê Çînê Liu He dê roja Pêncşemê li Washingtonê bi Serok Donald Trump re bicive.

Qesira Sipî ragihand ku Trump û Liu He dê ser mijarên bazirganîyê biaxifin

Amerîka û Çîn bo girjîya bazirganî kêm bikin vê hefteyê di asta bilind de danûstandinan dikin.

Trump hefteya borî derbarê hevdîtinên bazirganîyê yên bi Çînê re gotibû ‘’pir baş diçin’’, lê îdiayên ser rakirina bacên gumrukê red kiribû.

Jiber şerê bazirganî yê di navbera Amerîka û Çînê de pîyaseyên aborî yên cîhanê li nav hev ketine û mezinbûna aborî ya cîhanî daketiye.

XS
SM
MD
LG