Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çîn Qedexeya Derketina Derve ya li Wuhanê bi Dawî Dike


Hikûmeta Çînê dê sibê Çarşemê qedexeya derketina derve ya li Wuhan ya Hubei bi dawî bike.

Wuhan wek bajarê pêşî yê lê vîrusa korona hatiye dîtin tê zanîn.

Sînordarkirinên li Wuhanê di 23’ê Çileyê de hatibûn ragihandin û ketin û derketina ji wî bajarî hatibû qedexe kirin.

Berpirsên saxlemîyê yên Çînê didin zanîn ku li Wuhanê di du hefteyên dawî de bi tenê 2 kes bi vîrusa korona ketine.

Li gor daxuyanîyên nûnerên Çînê, wan li welêt belavbûna korona rawestandiye.

Vîrusa korona li seranserê cîhanê ketiye canê pirtir ji 1,350,000 kesan û bi qasî 75,000 kes kuştine.

XS
SM
MD
LG