Roja Sêşemê piştî nîvro bajarokê Cindidrêsê ya rojavayê Efrînê bi 5 hawanên topan hate armanc kirin û di encamê da zîyanên madî çêbûn.
Li gorî welatîyan hawan ji alîyê bajarokê Atmê yê girêdayî parêzgeha Îdlibê ve hatin avêtin.
Tê zanîn ku navçeya Cindirêsê li ser sînorê parêzgeha Îdlibê ye ku niha di bin kontrola Cebhet el-Nusra da ye.
Hêjayî gotinê ye, jiber metirsîya dubarekirina topbarandinê, rûniştvanên Cindirêsê derketin dervê bajêr, hejmarek ji wan jî di nav darên zeytunan de man.