Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Civaka Navneteweyî Bo Jinên Afganî Pir Bifîkar E


Jinên kşçber ji bakurê Afganistanê

Amerîka, Yekîtîya Ewrupa (YE) û 19 welatên din îro Çarşemê ser rewşa jinên li Afganistanê, daxuyanîyeke hevpar ragihandin, piştî ku Talîbanê serwerîya welêt bi dest xist.

Daxuyanî bang li kesên desthilatdar yên Afganistanê dike, da ku parastina jin û keçên li wî welatî garantî bikin.

Di daxuyanîyê de hat dîyar kirin ku ew di derbarê jin û keçên Afganî de, mafên wan ên perwerdehiyê, kar û azadîya tevgerê de pir bi fîkar in.

" Em wek civaka navneteweyî amade ne ku alîkarîya mirovahî û piştgirîyê bidin wan, da ku dengê wan were bihîstin. " daxuyanîyê got.

Ji hejî bîrxistinê ye ku doh Sêşemê Talîbanê piştî serketina xwe ya li paytexta Afgnistan Kabulê, bo cara yekê preskonferanseke fermî li Kabul encam da.

Talîbanê dîyar kir ku ew bi welatên din re peywendîyên aştîyane daxwaz dikin û ewê di çarçoveya şerîeta îslamî de rêzê li mafên jinan bigrin.

Peyvdarê sereke yê Talîbanê, Zabîhullah Mucahîd destnîşan kir ku "Em ti dijminên hindûr yan derve naxwazin."

Mucahîd ragihand ku jin ewê bikaribin bixebitin û herin dibistanê bikin û her wiha "ewê di civakê de pir çalak bin, lê di çarçoveya Îslamê de".

XS
SM
MD
LG