Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî jiber şewba vîrusa korona agirbesteke cîhanî ya bo 90 rojan ragihand.
Bernivîsa ser agirbestê ji alîyê Fransa û endamê demkî Tunusê ve hat hazir kirin û li civata bi 15 endam bi yekdengî hat pejirandin.
Sekreterê Giştî yê NY’ê Antonio Guterres ser qebûlbûna bernivîsê kêfxweşîya xwe got û bang li dewletên cîhanê kir ku hewilên bo aştîyê du qat zêdetir bikin.
Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) di 11’ê Adarê de bo vîrusa korona pandemî ragihandibû û di 23’ê Adarê de jî Guterres banga agirbesta cîhanî kiribû lê jiber nîqaşên li Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî agirbest çênebûbû.
Operasyonên leşkerî yên dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ), El-Nusra, El-Qayde û komên girêdayî wan li derveyî agirbesta cîhanî ne.