Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Civata Senatoran Budçeya Ser 95 Firokên F-35 Pejirand


Komîsyona Xizmetên Çekdarî ya Civata Senatoran budçeya ser çêkirina 95 firokên F-35 pejirand.

Wê komîsyonê herwiha biryara ser guherandina hin beşên 6 firokên F-35 yên Tirkîyê kirîbûn lê jiber S-400 Amerîkayê nedabûn, qebûl kir.

Karbidestên Amerîkî dîyar kiribûn ku sîstema S-400 ne li gor sîstema NATO û F-35 e, fikarên xwe gotibûn û danûstandina ser wan firokan rawestîyabû.

Budçeya ku komîsyonê bo 95 firokên F-35 pejirandiye 9,1 mîlyar dolar e û ew dê di sala 2021’an de were xerc kirin.

XS
SM
MD
LG