Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî Ser Îdlibê Kom Bû


(arşiv)

Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ser girjîya li Îdlibê kom bû.

Nûnerê Taybet yê NY’ê yê bo Sûrîyê Geir Pedersen bi vîdeokonferansê ji civatê re dîyar kir ku ew bawer dike ku bi hevkarîya navneteweyî û hewildanên cidî dikarin çareserîyekê bo Îdlibê bibînin.

Pedersen da zanîn ku di du mehên dawî de li Îdlibê bi sedan sîvîl hatine kuştin û 500,000 kes jî koçber bûne.

Wî got ku hewildanên leşkerî yên li Îdlibê dê cudabûna nêrînên navneteweyî kûrtir bike.

Nûnerê NY’ê da zanîn ku divê girjîya di navbera Sûrîye û Tirkîyê de gur nebe û dîyar kir ku ger pevçûnên wan mezin bibin ewê li herêmê û ji wêdetir kêşeyên mezin çêbin.

XS
SM
MD
LG