Lînkên eksesibilîtî

Civata Ewlekarî ya NY Îro Duşemê Demûdest Kom Dibe


Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî ser daxwaza Amerîka, Japonya, Fransa û Brîtanya îro Duşemê demûdest dicive.

Civata Ewlekarî, di kombûna pênc roj berê de Koreya Bakur bi zimanekî tund hişyar kiribû û cerbiandinên wê yên balîstîk şermezar kiribû. Civatê ji Koreya Bakur xwestibû ku ceribandinên xwe yên balîstîk demûdest rawestîne.

Sekreterê Giştî yê NY’ê Antonio Guterres jî bi daxuyanîyekê dîyar kir ku Pyongyang berpirsîyên xwe yên navneteweyî binpê dike û Koreya Bakur şermezar kir.

Guterres da zanîn ku ceribandinên Koreya Bakur zararê dide bêçekbûna navneteweyî û di heman demê de îstiqrara ewlekarî ya herêmê jî xirab dike.

Sekreterê Giştî NY’ê bang li Koreya Bakur ku ceribandinên xwe yên navokî rawestîne û li gor berpirsîyên xwe yên navneteweyî tevbigere.

XS
SM
MD
LG