Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Civata Nûneran Paketa Çaran ya Ser Têkoşîna Dijî Vîrusa Korona Pejirand


Piştî Civata Senatoran, Civata Nûneran jî paketa çaran ya ser têkoşîna dijî vîrusa korona pejirand.

Civata Nûneran ew paketa dawî li hember 5 dengan bi 388 dengan qebûl kir.

Ji wê paketa bi qasî 500 mîlyar dolar, 321 mîlyar bo dikanên biçûk, 75 mîlyar dolar jî dê bo nexweşxaneyan werin xerc kirin.

Paket dê li dû îmzaya Serok Donald Trump were belav kirin.

Amerîka, jiber vîrusa korona heta niha 4 paket çêkirine û temamê wan bi qasî 3 trîlyon dolar in.

XS
SM
MD
LG