Lînkên eksesibilîtî

Civata Ewlekarî ya NY bo Dîyalogê Bang li Bexda û Hewlêrê Dike


Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî bi daxuyanîyekê fikarên xwe yên derbarê pevçûnên di navbera hêzên federal yên Îraqî û pêşmergeyên Kurd de ragihand.

Civatê bang li her du alîyan kir dev ji gefan û tundûtûjîyê berdin û di ser biryarên Neteweyên Yekbûyî (NY) re rêkên dîyalogê bibînin.

Endamên civatê dîyar kir ku divê li gor qanûna bingehîn ya Îraqê mafên hemî hemwelatîyên Îraqî werin dayîn.

Civata Ewlekarî ya NY ji rêvebirîyên Bexda û Hewlerê xwest ku bernameyekê bidin pêş xwe û li gor wê dest bi danûstandinan bikin.

Endamên civatê bi bîr xist ku ew alîgirê Îraqeke yekgirtî ne û dîyar kir ku divê mijara sereke berê têkbirina Dewleta Îslamî (DAIŞ) be.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG