Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Civata Nûneran Toleyên Dijî Rûsya, Koreya Bakur û Îranê Erê Kir


Civata Nûneran, 2015
Civata Nûneran, 2015

Civata Nûneran ya Amerîka, bernivîsa ku dijî Rûsya, Îran û Koreya Bakur toleyên nû pêşnîyaz dike pejirand.

Bernivîsa ku Serokê Amerîka Donald Trump dijî wê bû, li hember 3 dêng, bi 419 deng hat erê kirin.

Di bernivîsê de, pêşî bo hin karbidestên Rûs yên payabilind, ku Amerîka îdia dike ku tilîya wan di encama hilbijartina 2016'an de heye û mudaxaleyî rojhilata Ukrayna kirine, tole tên xwestin.

Dijî Îran û Koreya Bakur jî, jiber bernameya wan ya bo muşekên navokî û balîstîk tole tên xwestin.

Wezîrê Derve yê Amerîka Rex Tillerson jî dijî bernivîsê bû. Tillerson, bi taybetî dijî xala ku desthilata Trump ya bo rakirin yan sistkirina toleyên li hember Rûsya sînordar dike, derketibû.

Ger bernivîs bibe qanûn, Serok Trump bo rakirina toleyên dijî Rûsya, divê berê raporeke ku sebebên rakirinê nîşan didin bo Kongresê pêşkeş bike.

Piştî ku senato jî bernivîs erê kir, ewê bo biryara dawî biçe ber destê Serok Trump.

Berdevka Medya ya Qesra Sipî Sarah Huckabee Sanders dîyar kir ku Serok Trump piştgirîya toleyên dijî Rûsya, Îran û Koreya Bakur dike, lê ew niha bernivîsê vedikole.

Trump hîn biryara xwe ya dawî bo bernivîsê nedaye û dikare wê veto bike. Lê gelek pispor dibêjin ku ger Trump bernivîsê veto bike, ewê gumanên ser Serokê Amerîka yên bo hevkarîya wî ya bi Rûsya re zêdetir bibin.

XS
SM
MD
LG