Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Civata Ewlehîyê Hîzra Toleyên Nû li ser Kêşeya Sudanê Dike


Welatên Yekbûyî yên Amerîka pêşnîyareke nû pêşkêşî Civata Ewlekarîyê ya Neteweyên Yekbûyî kir ku Sudan û Sudana Başûr şert û mercên plana aştîyê ya Yekîtîya Afrîkî ya dawîkirina kêşeyên ser tixub bîcîh bînin.

Pêşnîyara Amerîkî her wiha hişyarî dide ku Sudan û Sudana Başûr wê rû bi rûyê tole û cezayên aborî bin, eger planê cîh neyînin.

Yekîtîya Afrîkî ji Civata Ewlekarîyê ya Neteweyên Yekbûyî daxwaz dike ku bi xurtî piştgirîya plana wê bike ku destpêka vê hefteyê qebûl kirîbû.

Plana Yekîtîya Afrîkî bang li Sudan û Sudana Başûr kirîbû ku problemên xwe yên wek parvekirina neftê, rewşa hemwelatîyan û kêşeyên sînorê di nav 90 rojan de, bi rêyên aştîyane çareser bikin.

Balyoza Amerîkî ya li Neteweyên Yekbûyî Susan Rice dibêje, Civata Ewlekarîyê dixwaze roja Pêncşemê dest bi gotûbêja plana bi piştgirîya Amerîkayê bike da ku piştgirîyeke xuty bide plana Yekîtîya Afrîkî.

XS
SM
MD
LG