Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Civata Ewlehîyê ya NY Ser Pêşnîyara Sûrîyê Danûstandinên Xwe Didomîne


Civata Ewlehîyê ya NY Ser Pêşnîyara Sûrîyê Danûstandinên Xwe Didomîne

Dîplomatên Civata Ewlehîyê ya Neteweyên Yekbûyî axaftinên xwe didomînin ku Rûsyayê qane bikin piştgirî bide pêşnîyara Yekîtîye Ereb ku tundûtûjîya berdewam rawestîne.

Dîplomatên Rojavayî dibêjin, di danûstandinên girtî yên Çarşemê de hîn pêşketin hatine dest xistin.

Lê, Rûsya xem û fikara xwe li ser plana heyî dîyar kir ku bang li Beşar Esed dike ku desthilata xwe radestî cîgirekî xwe bike û jibo hazirîya hilbijartinên giştî hikûmeteke yekgirtî pêk bîne.

Rûsya hevalbendeke girîng ya Sûrîyê ye û di Civata Ewlehîyê ya Neteweyên Yekbûyî de xwedîyê mafê veto ye.

Rûsyayê soz dabû ku hemî pêşnîyaran red bike ku banga guhartina rejîma Sûrî dikin û rê li ber maytekirineke derveyî vedikin.

XS
SM
MD
LG