Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Civata Ewropa Rexnê ji Sîstemê Dadwerî ya Tirkîyê Digire


Thomas Hammerberg.

Civata Ewropa di rapotekê de vê mehê bi tundî sîstema dadwerî ya Tirkîyê rexne kir.

Ew rexne li demekê tê ku du partîyên serekî yên opozîsyonê radigihînin ku hikûmeta Tirkîyê sîstemê dadwerî bikar tîne bo bêdengkirina opozîsyonê li wî welatî.

Di raportekê de ku peyamhinêrê Dengê Amerîk Dorian Jones ji Stenbolê ve hinartiye dibêje, Komîsyonerê Civata Ewropa yê mafên mirovan, Thomas Hammerberg, di wê raportê de nîgeraniyên xwe yên rijd tîne ziman.

Ew raport bi awayek taybetî balê dikşîne ser girtinên doza KCK'ê û radigihîne ku piraniya wan girtiyan endamên Partiya Aştî û Demokrasiyê ya ser bi Kurdan in. Jibo guhdarîkirina vê raportê li ser fayla dengî klîk bike.

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG