Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Civata Tenahîyê li ser Daxwaza Felestînîyan Danûstandina Dike


Civata Tenahîyê li ser Daxwaza Felestînîyan Danûstandina Dike

Biryare evro Duşembî Civata Tenahiyê ya Neteweyên Yêkgirtî danûstandinan bike li ser daxwaza Felestînîyan bo dewletek serbixwe, li demê ku rêberên Îsraîlî berdewamin li ser daxwaza xwe bo vegerandinê bo danûstandinên aştîyê.

Serokê Felestînî Mahmoud Abas roja Înê daxwaznameyek bo pênsînê bi dewletek Felestînî pêşkêşî Neteweyên Yêkgirtî kir û roja Yêkşembî demê vegeryay Kenara Rojava weku qehremanek pêrgînî lê hat kirin.

Serok Abas li Ramallah gote bi hizaran pişevanên xwe ku ew pişkekin ji “Bihara Felestînî” û got li wî demi dê digel Îsraîlê danûstandinê ken demê ku avakirina akincîgehan li deverên dagîrkirî rawestînit.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Natanyahu roja Yêkşembî got ew pêşnyaza NY nediruste û nabit serkeft, jiber ku Felestînî daxwaza dewletê diken berî ku parastina Îsraîlê misoger biken. Navbirî carek din daxwaza bo Felestînîyan dubare kireve ku demûdest û bê şer û merc bêne ser mêza danûstandinan aştîyê.

XS
SM
MD
LG