Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Civata Nûneran Dê Ser Dosyeya Împîçkirina Trump Dengdanê Çêke


Civata Nûneran, ku piranîya wê Demokrat in, dê îro Çarşemê bo dosyeya ser împîçkirina Serok Donald Trump dengdanê çêke û wê bişîne Civata Senatoran.

Bi vê dengdanê re dê împîçkirina Trump di qonaxeke nû keve û karbidestên dê vê peyvajoyê birêve bibin dîyar bibin.

Serokê Civata Senatoran Mitch McConnel da zanîn ku rûniştina ser împîçkirina Trump dê di 21’ê Çileyê de çêbe.

Di Civata Senatoran de 53 Komarî, 45 Demokrat û 2 senatorên serbixwe hene û çaverê ye ku ji wir biryareke dijî Trump dernekeve.

Senatorên Komarî piştî dengdana li Civata Nûneran piştgirîyên xwe yên bo Trump ragihandibûn û dabûn zanîn ku ewê di rûniştinê de dîdevanekî din guhdar nekin.

Demokrat jî dibêjin ku ewê dijî Trump hîn pirtir delîl derkevin.

Seroka Civata Nûneran Nancy Pelosi got ku ‘’Divê Amerîkî rastîyê bizanibin û Qanûna Bingehîn rê dide ku darizandin çêbe. Serok û senator berpirsên vê yekê ne’’

Li gor anketa Pew Research Center, 54 ji sedê Amerîkîyan piştgirîyê didin peyvajoya împîçkirina Trump û 46 ji sedê din jî dijî wê ne.

XS
SM
MD
LG