Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Opozîsyona Sûrî Civînên Soçî Red Dike


Serhildayên Sûrî û komên rikeberîyê beşdarbûna civînên aştîyê yên ku dê li Sûrîyê li dar keve red dikin.

Opozîsyona Sûrî dîyar dike ku Moskow li ser Serokê Sûrîyê Beşar Esad ti zextan nake.

40 komên serhilda û rikeberîya Sûrîyê bi awayekî hevpar ragihand ku civînên bi rêvebirina Rûsya hewildaneke pûçkirina civînên bi piştgirîya Neteweyên Yekbûyî (NY) ye.

Civînên bi piştgirîya NY’ê di sala 2014’an de destpê kiribû heta niha ti pêşketin çênebûye.

Komên opozîsyonê da zanîn ku Moskow ji wan dixwaze ku dev ji gêrkirina Esad ji desthilatê berdin.

‘’Em daxwaza Moskowê red dikin û dizanin ku Rûsya dijî Sûrîyan tawanên cengê kirine’’

Komên ku di nav wan de Ehrarul Şam, Artêşa Îslamê, Artêşa Azad ya Sûrîyê jî hene dîyar kir ku girêdêdayî peyvajoya Cenevrê ya NY’ê ne û bang li civata navneteweyî kirin ku şerê navxweyî ya li Sûrîyê rawestînin.

Hikûmeta Sûrîyê jî ragihand ku ewê beşdarî civînên Soçî bibe. Esad ji rojnamevanan re dîyar kir ku di civînên Soçî de ewê li ser hilbijartinê û reforma qanûna bingehîn hevdîtinan bikin.

Li ber e ku civînên li Soçî ya Rûsya, di 29-30’ê Rêbendanê de li dar kevin.

XS
SM
MD
LG