Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Civîna UCLG/MEWA li Dîyarbekirê Pêk hat


Civîna UCLG/MEWA li Dîyarbekirê Pêk hat
Civîna UCLG/MEWA li Dîyarbekirê Pêk hat

Civîna UCLG/MEWA'yê (Rêxistina Rojavayê Asyayê û Rêveberên Herêmî yên Rojhilata Navîn û Bajarên Yekbûyîn" li Dîyarbekirê hat lidar xistin. Civîna ku bi tevî kurdî bi 4 zimanî dihate vergerandin, ji gelek bajarên cîhanê, Tirkîyeyê û herêmê bêtirî 70 bajarvan û nûner tevlê bûn.

Şaredarê Bajarê Mezin yê Dîyarbekirê Osman Baydemîr, Şaredarê Bajarê Mezin yê Stenbolê û Serokê UCLG/MEWA'yê Kadîr Topbaş, rêveberên UCLG/MEWA'yê Sadan Emre Alp, Cenk Tikiz, Şaredarê Massadê Hassan Taborocî, Serokê Yekîtîya Şaredarên Filîstînê îslam Akel jî di nav de gelek şaredar û nûnerên din jî tev li civinê bûn.

Şaredarê Bajarê Mezin yê Dîyarbekirê Osman Baydemîr, kêfxweşîya xwe dîyar kir ku civîn li Dîyarbekirê pêk tê. Baydemîr got “hun bixêr hatine bajêrê ku ev heft hezar salin jîyan lê berdewam e, êdî her diçe cîhan, li herêman tê rêvebirin. Hûn mêvanên rêzdar, heta hûn li bajarê me bin, mêvan nînin, xwedîyên malê ne. Şaredarê Dîyarbekirê destnîşan kir ku jibo geşbûna çanda aşitî û dostanîyê rola rêvebirîyên herêmî mezin e û got “ ez kêfxweş im ku rêxistina yekîtîya şeradarên cîhanê dê arîkarîya aşitîyê bike jibo mirata çandê ya cîhanê.

Osman Baydemîr, Şaredarê Bajarê Mezin yê Stenbolê Kadîr Topbaş pîroz kir, jibo serokatîya Rêxistina Rojavayê Asyayê û Rêvebirên Herêmî yên Rojhilata Navîn û Bajarên Yekbûyîn.

Piştî axaftina Baydemîr ji Hevserokê UCLG/MEWA'yê û Şaredarê Sakaryayê Zekî Toçoglu, spasîya xwe li delegeyên kir jibo ku heta Meksîkayê çûn û piştgirîyê dan. Endamê Meclîsa Şaredarîya Îzmîrê Adnan Okyarli jî dîyar kir ku bajarê Dîyarbekirê mazûvanîyê dike jibo bawerîyên ci hev cûda ku ev yek bixwe nîşana mîrateka mezin e. Şaredarê Bajarê Mezin yê Îzmîr Azîz Kocaoglu û Nûnerê Şaredarê Aplayê Îslam Akel jî axivîn û spasîyên xwe pêşkêş kirin jibo bajarvanê Dîyarbekirê.

Serokê Yekîtîya Şaredarên Fîlîstînê Îslam Akel jî di destpêka axaftina xwe de destnîşan kir ku hatina şaredarê Gazzeyê Maged Ebû Ramazanî hatîye asteng kirin ji alîyê îsraîlê ve û got “silavên bajarê hêsîr yê welatê bira Gazzeyê û silavên şaredarê wê hebûn ji we re”. Îslam Akel da zanîn ku Afganîstan, Îran û welatên dinê yê Îslamê kêfxweşin ku bajarvanê Stenbolê careke din bûye serokê rêxistinê . Her wiha ew her dem amade ne jibo piştgirîyê.

Pişt re Serokê UCLG/MEWA'yê û Şaredarê Bajarê Mezin yê Stenbolê Kadîr Topbaş, axivî û destnîşan kir ku, ew wekî bajarvan amadekarîya pêşeroja gel dikin. Kadîr Topbaş gotineke Mewlana bi bîr xist û got "Paşeroja nifşekî, ew nifşa ji pêşîya wê eşkere dike.” Topbaş, destnîşan kir ku ew jî wekî gelek kesên din dizane ku Bircên Dîyarbekirê piştî Benda Çînê, avahîyên herî dîrokî û navdarin li cîhanê. Herwiha ev bajêr girîng e jiber ku bûye cîh û warê gelek şaristanîyan. Kadîr Topbaş dîyar kir ku bajarê Dîyarbekir her diçe dibe bajarekî nujen, jiber pêşketinên bajarê jî spasîya xwe li bajarvanê Dîyarbekirê Osman Baydemîrî kir. Kadîr Topbaş destnîşan kir ku jîyana mirovan ji şikeftan derbasî bajaran bû. Îro ji % 70 hejmara mirovan li bajaran dijîn. Ji alîye rêvebirinê jî, mirovahî ji eşîran derbasî rêvebirîya demokrasîyê bûye. Topbaş got "Jibo aramîya mirovan divê rondikên çavan û xwîn bê rawestandin. Şertê yekemîn aştî û aramîye. Em hemû biqirar in ku emê xebatan mayînde bikin jibo çareserîyê. Em çiqas têkilîyên xwe zêde bikin wê têkilîyên civakê jî ewqas zêde bibin."

Serokê Rêxistina UCLG/MEWA'yê û Bajarvanê îstanbolê Kadîr Topbaş di dewamîya axaftina xwe de destnîşan kir ku felsefeya bingehîn ya UCLG’ê mafên mirovan e li bajaran û jibo mirovan jî tiştê herî giring jî wekhevî, azadî û biratîya mirovan e.

XS
SM
MD
LG