Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mûrad Ciwan: Rejîm Welatiyên Sûrîyê Mecbûr Dike Çekê Rakin


Bi sedema şer û pevçûnên navbera hêzên rejîma Sûrî û leşkerên veqetiyayî roja Çarşemê, herî kêm neh endamên hêzên rejîmê li bajarê Hemayê hatin kuştin.

Li heftiyên bihûrî jî, şer û pevçûn li navbera arteş û leşkerên veqetiyayî berdewam bûn.

Nivîser û çavdêrê siyasî Mûrad Ciwan dibêje ku rêbazên rejîma Serok Beşar El Esed leşker neçar kirin ku ji arteşê veqetin û bibin hêzeka dî. Birêz Ciwan dibêje, rejîm welatiyên Sûrîyê mecbûr dike ku çekê rakin.

Derbarê helwêsta tevgera siyasî ya Kurdî li Sûrîyê, birêz Ciwan got ku ne yekîtiya partiyên Kurdan, helwêsta wan “li hemberî rejîmê sist dike.”

Jibo guhdarîkirina hevpeyvîna hevkar Ahmed Barzanî bi birêz Ciwan re, lînka ‘Guhdarî kirin’ li rexê rastê vê rûpelê kilîk bike.

XS
SM
MD
LG