Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mûrad Ciwan: Divê BDP Rola Xwe Bibîne


Erdogan û Kiliçdaroglu.

Partîya Gel ya Komarî (CHP) jibo çareserkirina pirsgirêka Kurdî nexşerêyek ku ji 10 xalan pêk tê amade kir. Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu jibo encamdana gotûbêjan li ser wê nexşerêyê li heftîya bihurî bi Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan re kom bû.

CHP pêşnîyar dike hemû partîyên beşdar di parlamentoyê de, di çareserîya pirsgirêka Kurdî de beşdar bin, di nav de Partîya Aştî û Demokrasîyê (BDP). Lê belê BDP dikare bêy Partîya Karkerên Kurdistanê û Koma Civakên Kurdistanê di gotûbêjên girêdayî bi pirsgirêka Kurdî de beşdar be?

Birêz Mûrad Ciwan, çavdêrê siyasî û rojnamevan, dibêje ku Partîya Aştî û Demokrasîyê şerîyeteka wê ya gelek xurt heye ku bi milyonan deng li pişt wê ne. Birêz Ciwan dibêje ku hem divê BDP vê rola xwe bibîne û hem divê tevgera Kurd bi PKK, Îmralî, KCK, DTK û hemû rêkxistinên ku hene vê rastîyê bibînin û şerîyeta BDP’ê nas bikin.

Birêz Ciwan herwiha dibêje ku divê biryar di destê nûnerên hilbijartî yên Kurdan de be ku îro di parlamentoyê de ne.

Jibo guhdarîkirina hevpeyvîna hevkar Ahmed Barzanî bi birêz Ciwan re, fayla dengî ya rexê rastê vê rûpelê kilîk bike.

XS
SM
MD
LG