Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ciwan Azadî: YPG li Amûdê Êrîşa Miletê Sivîl Kir


Hejmareke partîyên sîyasî yên Kurd li Sûrîyê Partîya Yekîtîya Demokrat (PYD) berpirsîyar dikin hemberî tundûtûjîya bajarê Amûdê. Di xwepêşandana Amûdê de herî kêm şeş kes hatin kuştin.

Lê belê PYD red dike ku çekdarên wê berpirsîyar bin hemberî kuştina xwepêşanderan.

Çalakvan Ciwan Azadî ji Amûdê gote Dengê Amerîka ku çekdarên Yekîneyên Parastina Gel bi çekên giran êrîşa xelkê sivîl kirin û di encam de şeş çalakvan hatin kuştin.

Birêz Azadî dibêje ku destê rejîma Sûrî di alozîya Amûdê de heye û kesên ku di hundirê bajarê Amûdê de teqe li xwepêşdanderan kirin ajendayê rejîmê pêşve dibin û dixwazin Kurd Kurdan bikujin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:06:34 0:00
Direct link

Şîroveyan bibîne (1)

Ev forume hate girtin.
XS
SM
MD
LG