Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

WHO: Her Sal 7 Mîlyon Kes jiber Titûnê Dimirin


Rêxistina Saxlamîya Cîhanî (WHO) îro Sêşemê radigihîne ku cixare kêşîn û karanîna titûn her sal dibe sedema mirina pirtir jî heft mîlyon kesan.

WHO herwiha hişyarî dide ku hilberîn, belavkirin û karanîna titûn zararên mezin dide jîngehê. Sazîya Neteweyên Yekbûyî WHO bang li dewletan dike ku cixarekêşîna li hindur û dervayê cîhên kar qedexe bikin, qanûnên dijî reklamkirina madeyên tûtinê derxînin û buhayê cîxarê zêde bikin.

"Titûn xizanî kûrtir dike û berhamkarîya aborî kêmtir dike û dibe sedema bijareyên xirab yên xwarinê û hewayê hindurê malê jî gemar dike,” Seroka WHO Margaret Chan di daxuyanîyeke nivîskî de got.

Chan bal kişand ku di destpêka sedsalê de hejmara kesên ku cixarê hatine kuştin çar mîlyon bû û niha bûye heft mîlyon û titûn sedema herî mezin ya mirinên seranser cîhanê ye.

XS
SM
MD
LG