Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye Dibêje Bombevanekî Xwekuj Êrîşa li Cizîrê Kiriye


Fotoya piştî êrîşa xwekujî li Cizîrê
Fotoya piştî êrîşa xwekujî li Cizîrê

Karbidestên Tirk radigihînin ku peqîna îro ya li hember avahîya polîsan ya bajarê Cizîrê ji alîyê bombevanekî xwekuj ya Kurd ve hatiye kirin.

Serokwezîrê Tirkîyê Bînali Yildirim got ku di êrîşê de 11 polîs hatin kuştin, bi dehan kesên din jî birîndar bûn.

“Emê ji wan êrîşvanan re, bersîva ku ew hew dikin bidin. Ti kes nikare serê Tirkîyê bitewîne,” Yildirim got.

Gruba serhilda PKK ragihand ku çekdarekî wê xala kontrolê ya nêzîkî navenda polîsan li Cizîrê kir armanc û êrîş pêk anî.

Hêjayî balkişandinê ye ku PKK di demên dawî de êrîşên wî rengî zêdetir kiriye.

XS
SM
MD
LG