Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nûçegihana VOA: Ji Cizîrê Bîna Laşê Mirovan Bilind Dibe


Bajarê Cizîrê

Nûçegihana me ya Amedê Xecîcan Farqîn du bûyerên bajar û herêmên Kurdan li Tirkiyê şopand, ji Cizîrê û Sur a Amedê, pêzanînên li ser hind bûyeran parve kirin.

Piştî sê mehên qedexeya li bajarê Cizîrê, îro Çarşemê dewletê bi şêweke fermi hiland, xelkê bajêr yên ku qesta bajarên din kiribûn, vegeriyan Cizîrê. Lê dema gihan bajêr rastî hin kavil û xirabeyan hatin, malên wan wêran bûne, bîna mirinê û rûxandinê ji bajêr bilind dibe.

Rojnamevanên bîyanî, saziyên sîvîl û mafên mirovan ji tevî xelkê bajêr qesta

Dema gelê Cizîrê giheşt bajêr, dîtin ku Cizîr vegerîyaye goreke mezin

Cizîrê kirin, lê dema ew gihan, dîtin bajêr vegerîyaye goreke mezin, yên çûne ser malên xwe weke biçin ser gorên kes û karên xwe. Li Cizîrê şînîyeke mezin hebû, wek nûçegîhana me dibêje.

Bajarê Cizîrê
Bajarê Cizîrê

Li alîyekê din, îro dihat xwestin ku jibo rûniştvanên Surê yên dorpêçkirî meşeke aştiye pêk bê, da ku weke bajarê Cizîrê qatlîam pêk neyê.

Hevserokê giştî yê HDP Salahattîn Demîrtaş û hevserokê DBPê Kamuran Yuksek banga tevlîbûna meşa aştiyê kiribûn. Ji dewletê dihat xwestin ku kesên sîvîl yên li Surê asê mane bên berdan, rê ji wan re vekirî bimîne da ku bi saxî derkevin.

Bajarê Cizîrê
Bajarê Cizîrê

Jiber ku bi gumana hejmareke ciwanên çekdar li Surê hene, hêzên ewlekarî yên dewleta Tirk ev nêzîkî 80 roj in, tax dorpêç kirye.

Tê gotin ku nêzîkî 200 kesan li Surê hene, ji wan 30-40 çekdar, yên din zaro û kesên sîvîl in

Tê gotin ku nêzîkî 200 kesan li Surê hene, ji wan 30-40 çekdar, yên din zaro û kesên sîvîl in. Tirs ew e ku li Surê bûyereke wek ya bajarê Cizîrê pêk were, dema di 3 jêrzemînan de nêzîkî 200 kes hatibûn kuştin

Temamîya hevpeyvîna bi Xecîcan Farqîn re di fayla deng de ye.

please wait

No media source currently available

0:00 0:10:47 0:00

XS
SM
MD
LG