Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Koalîsyona Navnetewî li Çilaxa Hîndarîyeke Leşkerî Çêkir


Kaolîsyona navnetewî ya dijî DAIŞê îro Înê ragihand ku wê li herêma Çilaxa ya bakurê rojhilata Sûrîyê hîndarîyeke leşkerî pêk anî.

“Hêzên Koalîsyonê bi hawanên 120mm li nêzî devera Çilaxa (Cewadîye) hîndarîyeke leşkerî kir ku sîstema çekên biceribîne û bandorî û amadebûna hêzên xwe misoger bike.”

Koalîsyona bi pêşengîya Amerîka got ku armanca vê hîndarîyê ew e ku bi domdarî bikaribe hêzên hevalbendên xwe û hêzên Koalîsyonê biparêze.

Koalîsyonê bi berdewamî got ku berî pêkanîna vê hîndarîyê plankarîyeke rêkûpêk û pîvanên xurt yên ewlehîyê hatin girtin ku hêzên Koalîsyonê û rûniştvanên xwecîhî biparêzin.

Zarokên Kurd li devera Çilaxa hêzên Amerîkî silav dikin (Arşîv)
Zarokên Kurd li devera Çilaxa hêzên Amerîkî silav dikin (Arşîv)

Hêjayî bîrxistinê ye ku Wezîrê Berevanî yê Amerîka Lloyd Austin roja Çarşemê ji hevtayê xwe yê Tirk Hulusi Akar re gotibû ku ew bi xurtî dijî operasyoneke Tirkîyê ya li Sûrîyê ne.

XS
SM
MD
LG