Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Clapper Dibêje Weşandina Dosya Derbarê Trump Ne Karê Îstixbarata Amerîkî Ye


Dîrektorê Îstixbaratî ya Netewî ya Amerîka James Clapper got, wî ji serokê hilbijartî Donald Trump re got ku sazîyên îstixbaratî yên Amerîkî ew dosya amade nekiriye, ku agahîyên Rûsî yên nepênî yên derbarê wî hene.

Clapper di daxuyanîya xwe de got ku sazîyên îstixbaratî ti biryar li ser agahîyên nav wê faylê nedaye ku naveroka wê pêbawer e û wî ji Trump re got ku dosya ji alîyê jêderên îstixbaratî ve nehatiye belav krin.

Clapper bi berdewamî got ku beşek jî erka wî ev e ku qanûndanêr bi zelalî bizanin ku li dora wan çi diqewimin ku dikarin xeterî li ser ewlekarîya natewî bikin.

Piştî ku sazîyên îstixbaratî Înîya borî Trump li ser wan îdiayan agahdar kiribû, serokê hilbijartî reaksîyoneke tund nîşan dabû û ew wek derewên mezin bi nav kiribû.

Berdevkê seroktîya Rûsî Dmitry Peskov ji gotibş ku armanca îdiayên wiha xirakirina peywendîyên navbera Amerîka û Rûsya ye.

Serokê sazîyên îstixbaratî yên Amerîkî hefteya çûyî li pêş Civara Senatoran peyîvîbû û gotibû ku Seroka Rûsya Vladimir Putin fermana operasyona maytekirina nav hilbijartinên seroktîya Amerîkî bikin ku Trump di hilbijartinan de serketî be.

XS
SM
MD
LG