Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Obama bi Rêberên Kongresê re Hevdîtinan Dike


Serokê Amerîka Barack Obama roja Înîyê li Qesra Sipî bi 4 rêberên Kongresê re hevdîtinan dike, li vê demê ku muhleta “kendala darayî” anki fiscal cliff nêzîk dibe.

Birêz Obama dê bi rêberê Civata Senatoran yê Demorkat Harry Reid û yê Komarî Mitch McConnell û herwiha Serokê Civata Nûneran yê Komarî John Boehner û Rêbera Kêmanîya Demokratîk ya Civatê Nancy Pelosi re kom bibe.

Eger heta 1’ê meha yek rêkeftinek nebe, bacên ku hemî Amerîkî wê bidin, zêde dibin û hin xercên hikûmetê bi otomatîkî wê bêne birîn.

Aborîzan di xemê de ne di encama kêmkirina xercê û zêdekirina bacê de, aborîya Amerîkî ya sist careke din bikeve rewşeke xirab.

Rêberên Komarî yên Kongresê bang li endamên Civata Nûneran dikin ku pişikdarî li rûniştina êvara Yekşemê bikin.

Civata Nûneran ya piranî Komarî karê xwe ceminadibû, piştî ku nekarîbû bi Qesra Siûpî bigeheje rêkeftineke ser “kendala darayî.

Lê, Civata Senatoran karê xwe domand. Rêberê wê yê Demokrat Harry Reid do Pêncşemê gotibû ku wiha xuya ye ekonomî ber bi “kendala darayî” ve dihere.

Wî rexneyên giran li Serokê Civata Nûneran yê Komarî John Boehner kiribû û ew bi dîktatorîyê tawanbar kirîbû.
XS
SM
MD
LG