Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Polenda Goftûgoyên Keş û Hewayê Dest Pê Dikin


Şanderên seranserî cîhanê îro Yekşemê dest bi axaftinên du hefteyan kir ji bo dorpêçkirina guhertina keşûhewayê.

Ev axaftin tên piştî sê salan ji îmzekirina rêkeftina Parîsê ku aramnca wê ewe germê li jêr asta 2 pileyan bihêlin.

Şandên nêzîkî 200 welatan li bajarê Katowice ê Polendî ji bo kombûna Neteweyên Yekgrtî hatin ba hev ku wê heta 14 mehê li dar be.

Wezîr û hin serokwezîrên cîhanê roja Duşemê tevlî kombûnan dibin.

Van guftûgoyan piştgiriya 19 welatên xwedî abûriyên mezin wergirt li kombûna G-20 a ku berî çend rojan li Arjentînê dest pêkir.

Tenê Amerîka piştgiriya van guftûgoyan nake.

Serokê Amerîka Donald Trump vekişîna Amerîka ji rêkeftina sala 2015an ragihandibû.

Seroka berê ya nivîsîngeha Neteweyên Yegirtî ya keş û hewayê Christiana Figueres got:

“li gel nebûna seqamgîriya Geosiyasî, nerînên li dor keş û hewayê nermbûneke bilind diyar dikin.”

XS
SM
MD
LG