Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Clinton: Amerîka bi Berdewamî Piştevaniya Gurcistanê Dike


Wezîra derve ya Ameîrkî Hillary Clinton dibêje Amerîka bi berdewamî piştevaniya Gurcistanê dike li kêşeya wê ligel Rûsya li ser du herêmên cûda bûyî, Ossetya Başûr û Abxazya.

Clinton roja Duşembî li Tiblisî ligel serokê Gurcistanê Mîxe’îl Sakaşvîlî kom bû.

Clinton got Amerîka li dijî hebûna bingehên herdem yên leşkerê Rûsî ye li nav axa Gurcistanê.

Rûsya pênas bi serbixwe bûna Ossetya Başûr û Abxazya kir, piştî şerê sala 2008 yê nêvbera Rûsya û Gurcistanê.

Civaka Nêvneteweyî, herdu herêmên Ossetya Başûr û Abxazya wek beşek li Gurcistanê nas dike.



XS
SM
MD
LG