Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Clinton: Amerîka dê Piştgirîya Operasyona NATO ya Lîbyayê Bike


Clinton: Amerîka dê Piştgirîya Operasyona NATO ya Lîbyayê Bike
Clinton: Amerîka dê Piştgirîya Operasyona NATO ya Lîbyayê Bike

Wezîra Derve ya Amerîka Hillary Clinton dibêje, Amerîka dê berdewam piştgirîya operasyona NATO’yê li Lîbyayê bike, heta ku ew kar were temam kirin.

Xanim Clinton di kombûna xwe ya ligel wezîrên derve yên NATO’yê de, li Berlînê got, pir girîng e ku hevalbendî li ser kêşeya Lîbyayê yekîtîya xwe bipareze.

Endamên NATO cudabîrîn in ka bombebarana dijî hêzên girêdayî Qezafî zêde bikin yan ne.

Brîtanya û Fransa bang li endaman kir ku jibo operasyona leşkerî pirtir dirav veqetînin lê Amerîka dixwaze rola xwe ya operasyonê sînordar bike.

Serhildayên Lîbyayî tekoşînê dikin ku berdewam kontrola çend bajarokan di destê xwe de bihêle. Îro Pêncşemê serhilda dibêjin, hêzên birêz Qezafî bi roketan êrîşî bajarê Misrata kir û herî kêm 9 kes kuştin. Serhilda hikûmetê bi armanc kirina sîvîlan gunehbar dike.

Civîneke din ya navnetewî jî li Qahîreyê, li navenda giştî ya Yekîtîya Ereb tê kirin. Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Ki-moon û Berpirsa Sîyaseta Derve ya Yekîtîya Ewrupa Catherine Ashton jî ligel nûnerên Yekîtîya Efrîqî û Rêxistina Konferansa Îslamî tev li kombûnê dibin.

XS
SM
MD
LG