Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Clinton: Girîngîya Me Alîkarîya Dîplomatîk ya Karîger e


Clinton: Girîngîya Me Alîkarîya Dîplomatîk ya Karîger e

Wezîra Derve ya Amerîka Hillary Clinton dibêje, Amerîka wekî beşeke hewilên xwe yên dîplomatîk û alîkarîyê, di hîn waran de dixebite ku kar alîkarya welatan bike ku kêşeyên xwe çareser bikin û pirtir têra xwe bin.

Xanim Clinton di civîneke de roja Çarşemê li Ajansa Amerîkî jibo Pêşketina Navnetewî (USAID) got, pêşketineke bibandor dê pêşveçûneke aborî bîne holê û alîkarîya Amerîkî jî nema pêdîvî be.

Lê, Xanim Clînton hişyarî da debarê zehmetîyên budçeyê li Washington ku ajansên hikûmetê mecbûr dikin karên zêdetir bi pereyên kêmtir cîh bînin.

Hillary Clinton berdewam got, hin endamên kongrêsê hene nirxê nadin hewilên Wezareta Derve û USAID, lê girîngîdana ser karên wan dê berdewamîya wan hewilan misoger bike.

Clînton her wiha eşkere kir, dê alîkarîya diravî ya jibo Kosovo, Sirbîstan û Ukranya û her wisa Efrîqayê jî kêm bibe.

Di dawîya axaftina xwe de, Wezîra Derve ya Amerîka da xuya kirin ku Amerîka niha bêtir girîngiyê dide piştgirîya rola keç û jinan di pêşvebirina aborî de.

XS
SM
MD
LG