Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piştî Misirê, Wezîra Derve Serdana Îsraîlê Dike


Wezîra Derve û rêberê artêşa Misirê li Qahîre, Yekşem 15'ê Tîrmehê, 2012.
Wezîra Derve û rêberê artêşa Misirê li Qahîre, Yekşem 15'ê Tîrmehê, 2012.
Wezîra Derve ya Amerîkî Hillary Clinton roja Yekşemê serdana du-rojî ya xwe bo Misirê bi dawî anî û çû Îsraîlê.

Birêz Clinton li Qahîre bi rêberên sivîl û artêşa Misirê re civîya û gotûbêj li ser alîkarîya Washingtonê bo vejandina aborîya Misirê kir.

Wezîra Derve roja Yekşemê bi rêberê artêşa Misirê Muhemed Husên Tentawî re kom bû piştî roja Şembî bi Serokê Îslamî yê Misirê Muhemed Mursî re civîya.

Karbidestekê wezareta derve ya Amerîkî dibêje ku birêz Clinton daxwaz li Tantawî kir ku mafê hemû Misirîyan biparêze, di nav de mafê jin û kêmîneyan.
XS
SM
MD
LG