Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Clinton Pesna Têkeliyên Nêvbera Amerîka û Vêtnamê Dide


Wezîra derve ya Amerîkî Hillary Clinton pesna pêşveçûna têkeliyên nêvbera Amerîka û Vêtnamê da.

Wezîra derve roja Pêncşembî seredana Hanoy kir, li 15-emîn saliyada destpêkirina têkeliyên fermî yên nêv bera herdu welatan.

Di gotarekê de ji bo peyamnêran, wezîra derve got ku rewşa Vêtnam bi awakê mezin pêşdeçûye, ewey sala 1975-ê dema hêzên Amerîkî li Saygon hatin vekêşan.

Birêz Clinton her wiha basê alozî û perîşaniyên Washingtonê kir biramberî rewşa mafên mirovan li Vêtnamê.



XS
SM
MD
LG