Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

FBI Derbarê E-Maîlên Clinton Vekolîneke Nû Vedike


Dîrektorê Buroya Vekolînê ya Federalî (FBI) James Comey
Dîrektorê Buroya Vekolînê ya Federalî (FBI) James Comey

Dîrektorê Buroya Vekolînê ya Federalî (FBI) James Comey îro Înê dibêje ku ew li ser karanîna Hillary Clinton servereke taybet dixwazin vekolîneke nû vekin.

Comey di nameya xwe de ku ji rêberên Komarî yên Kongresê re nivîsî, dîyar kir ku wan hîn bûye ku girêdayî vekolîna wan ya berê, hîn e-maîlên nû yên Clintion hebûne. Wî da zanîn ku vekolerên wan dê pêdaçûnê li ser maîlên heyî bikin ku binirxînin ew çiqas girîng in.

Comey da zanîn ku ew nizane qedandina vekolîna nû wê çiqas dem bikşîne.

Clinton ku berbijara Demokratan ya seroktîya Amerîka yem berê ji ji alîyê FBI ve hatibû, lê giheştibû wê nêrînê ku ne hewce ye doz li hember Clinton bê vekirin.

XS
SM
MD
LG