Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Clinton û Trump Îro li Eyaletên Guherînbar Kempeynên Xwe Didomînin


Berbijarên seroktîya Amerîka Donald Trump û Hillary Clinton îro Pêncşemê kempeynên xwe li eyaleta North Carolina û Florîda, ku di encama hilbijartinê de roleke girîng dilîze, didomînin.

Li ber e Trump çar mîtîngan bike ku li bajarê Jacksonville ya bakurê Florîda destpê dikin, dû re li rojhilata Pennsylvania didome û di dawî de jî, li du bajarên Carolina Bakur bi dawî dibin.

Clinton jî li North Carolina wê du civînên girseyî pêk bîne û pêşî diçe Greenville û dû re jî li bajarê Raleigh mîtîngên xwe pêk tîne.

Serok Barack Obama jî îro li şûna Clinton wê li Florîda xebatên hilbijartinê bidomîne û di serî de li Miami dû re jî li Jacksonville mîtîngan li dar bixe.

Pirsnameyên dawî yên li North Carolina û Florîda nîşan didin ku her du berbijar gelek nêzîkî hev in, lê pispor dibêjin rewşa Trump hinek baştir e jiber ku wî karîbû di rojên dawîyê de ferqa heyî rakir û giheşt Clinton.

North Carolina û Florîda li Amerîka wek swing states anku eyaletên guherînbar tên zanîn jiber ku îhtîmaleke xurt heye ku her du alî jî hilbijartinê qezenc bikin.

Hêjayî balkişandinê ye ku North Carolina xwedîyê 15 dengên hilbijêr (electoral vote), Florîda jî xwedîyê 29 dengên hilbijêr e.

XS
SM
MD
LG